PKKê mirina van Gerîlayan ji 2017ê ve veşaritbû

pkk-8-gerila-metin2025-Net

Nasnameya 8 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê ew li sala 2017ê li çiyayê Metînayê da ne kuştin û heya roja me ya îro mirina wan li malbatên wan veşartibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja 17 Cotmeha 2025ê, nasnameyên 8 çekdarên xwe aşkere kirine ku pêşî 8 salan berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.

Ev 8 ciwanên Kurdan li meha Gulana 2017ê li çiyayê Metînayê yê li Başûrê Kurdistanê ketbûn ber êrîşên dewleta Tirk.

Navên wan wisaye:

Muhîttîn Selahettîn ji Amedê.

Necmeddîn Huseyn ji Colemêrgê.

Ehmed Çolî ji Wanê.

Erkan Mihyeddîn ji Wanê.

Receb Cefer ji Wanê.

Yildiz Mihemed ji Şirnexê.

Taciddîn Nesîm ji Mûşê.

Okeş Mihemed ji Rihayê.

PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.

Ji dema destpêkirina pêvajoya aştiyê û bi dawî bûna çalakiyên çekdarî, malbatên Gêrîlayan li benda vegera zarokên xwe ne, lê belê PKKe her roj wêneyên komên wan parvedike û ji malbatên wan re dibêje: Zarokên we bi salane di jiyanê de nemane.

Li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.