10 Gerîlayên PKKê berî salekê dayne kuştin û mirina wan veşartî

PKK-10-2024-mirin-ciwan-kurd-gerila-net

Nasnameya 10 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê ew li sala 2024ê li herêma Zapê da ne kuştin û mirina wan veşartibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja 26 Cotmeha 2025ê, nasnameyên 10 çekdarên xwe 2 jê keç aşkere kirine ku li mehên Tebax û Mijdara 2024ê li herêma Zapê ya li Başûrê Kurdistanê berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.

Ev 8 ciwanên Kurdan li mehên Tebax û Mijdara sala rabûrî li herêma zap ketibûn ber êrîşên dewleta Tirk.

Navên wan wisaye:

Mijdar Omer ji Kobanê.

Berçe Luqman ji Elmanya.

Şemsa Adil ji Minbicê.

Hisên Ehmed ji Şehbayê.

Mistefa Ebdulrehman ji Amedê.

Arman Osman ji Bokanê.

Meysem Hesen ji Makoyê.

Ednan Ehmed ji Minbicê.

Ridwan Ednan ji Dirbêsiyê.

Yusufcan Îlamî ji Stenbolê.

PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.

Ji dema destpêkirina pêvajoya aştiyê û bi dawî bûna çalakiyên çekdarî, malbatên Gêrîlayan li benda vegera zarokên xwe ne, lê belê PKKe her roj wêneyên komên wan parvedike û ji malbatên wan re dibêje: Zarokên we bi salane di jiyanê de nemane.

Li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.