Ma gerîla li Bakur hene ji bo ku biryara vekşîna wan were dayîn?

Rêxistina PKKê 25 Cotmehê ragihand, ewê tev hêzên xwe yên li Tirkiyê vekşîne Başûrê Kurdistanê, ev yêk di demekê de ye ku rêxistinê tu hêzên wisa li Bakur û Tirkiyê tune û tişta heyî tenê hinek yekîneyên 3 kesî yên Gerîla ne û ti çalakîyan encam ne didan.

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê yê berê Suleyman Soylu li roja 9 adara 2021ê ragihandbû ku hejmara çekdarên PKKê li Tirkiyê 83% daketîye, ev jî bi wê watayê tê ku rêxistinê Başûrê Kurdistanê kiribû qada şerê xwe.

Suleyman soylu got: “Rêxistina PKKê tenê dûrên 300 çekdaran di Tirkiyê da hene” .

Ev amar ne tenê ji hêla Tirkiyê ve hatibû parvekirin, lê belê navenda ALCED ya Amerîkî ku sazîyeka nehikûmî ya taybete bi belav kirina datayên şer û pevçûnan, li sala 2020ê raporek belav kirbû û têda eşkere kirbû ku şerê di nêvbera Tirkiyê û PKKê da 77%ê li nava xaka Başûrê Kurdistanê ye.

Vê sazîya Amerîkî eşkere kirbû PKKe çi çalakîyeka wisa li bakûrê kurdistanê encam nade.

PKK-bakur

Bi vekşîna wê hejmara kêm ya Gerîlayan çi çêdibe?

PKKê ji sala 2012ê ve bi awayekî sîstimatîk û bi hemahengîya Tirkiyê Başûrê Kurdistanê kirbû meydana şer û pevçûnên xwe yên saxte û her ku diçû hin herêmên nû dikirin herêmên qedexe kirî, encam PKKe pêtir nêzî gundan bû û Tirkiyê jî bi behaneya PKKê pêtir baregeh û nuqteyên xwe qahîm kirin.

Di pêvajoya aştiyê de ya ku di 27 Sibata îsal 2025ê bi banga Ocalan ya li ser daxwaza Bahçeli destpêkirî, encamên wê tenê di berjewendîya Tirkiyê de bûn, ji hilweşandina PKKê û çekdanînê û pêngava dawîn jî ya vekşîna Gerîlayan.

Ocalan tirkiye bi teror hişt!

Bi vê vekşînê Ocalan tam bendên pirojeya aştiyê ya ku Tirkiye navê “Tirkiyeya bê teror” lê dike bi cîh kirin, wî Tirkiye ji komên Gerîlayan vala kir, dibe ku Tirkiye êdî di nava aramiyeka tam de bimîne, pêşketinên wê yên geşt û guzar û abûr û çandinyê dê bileztir bi pêş bikevin.

Lê li Başûrê Kurdistanê ku ev dehan sal in gelê wê çaverêya çûna PKKê dikir, vê vekşînê ev hêviyên wan dûrtir kirin û eşkere bû ku PKKe pilan dike di gund û herêmên wan de mayînde bimîne.

Gelo heger ne ji berdewamîya xizmetkirina Tirkiyê be, ev hêzên çekdar dê li Başûrê Kurdistanê çi bikin?

Pustên heman beş