Şandeya Îmraliyê wê serdana Ocalan bike

Şandeya Îmraliyê wê serdana Ocalan bike

Şandeya Îmraliyê ya dem Partiyê, dê di 3’yê Mijdarê de bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Baroya çapemeniyê ya Dem Partiyê eşkere kir, şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (Dem Partî) dê di 3’yê Mijdarê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Baroya çapemeniyê ya dem partiyê hat dayîn de, endamên Şandeya Îmraliyê yên dem partiyê Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Fayik Ozgur Erol dê di 3’yê Mijdarê de ji bo ku hevdîtinê bi rêberê PKK’ê re bikin, biçin Îmraliyê.

Tê zanîn ku di roja 30’ê Cotmehê de Şandeya Îmraliyê ya dem Partiyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek encam dabû. Piştî hevdîtinê Şandeyê got: “em bi kêfxweşî dibêjin ku me ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavên pêwîst ku divê bên avêtin li hev kir û em gihîştin fikreke hevpar.”

Pustên heman beş