10 Gerîlayên PKKê li 2017 dayne kuştin û mirina wan veşartî

Nasnameya 10 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê ew li sala 2017ê li herêmên Zapê û Avaşînê da ne kuştin û mirina wan veşartibû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê 5 Mijdara 2025ê, nasnameyên 10 çekdarên xwe 2 jê keç aşkere kirine ku li Sibat û Gulana 2017ê li herêmên Zapê û Avaşînê yên li Başûrê Kurdistanê berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.
Navên wan:
Nursel Hesen Ji Dêrsmê.
Selaheddîn Elî ji Sineyê.
Luqman Behrî ji Wanê.
Zeynel Şemseddîn Ji Mêrdînê.
Hesen Sidqî Ji Amedê.
Nurulla Nîhat Ji Wanê.
Mehmet Mehmet Arf ji Mêrdînê.
Rizgar Şemseddîn ji Wanê.
Îlhan Lutfî ji Colemêrgê.
Yusuf Xetîb ji Amedê.
PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.
Ji dema destpêkirina pêvajoya aştiyê û bi dawî bûna çalakiyên çekdarî, malbatên Gêrîlayan li benda vegera zarokên xwe ne, lê belê PKKe her roj wêneyên komên wan parvedike û ji malbatên wan re dibêje: Zarokên we bi salane di jiyanê de nemane.
Li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.