Serok Barzanî bi Davutoglu re civiya

Îro 18.11.2025, li bajarê Duhokê Serok Barzanî li gel Ehmed Davutoglu kesayetê siyasetmedar û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê civiya.
Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Irman Topcu jî beşdar bû, rewşa herêmê û pêşketinên dawî yên siyasî yên li herêmê hatin nîqaşkirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, li ser gavên ku di pêvajoya aştiyê de li Tirkiyê hatine avêtin, nerîn hatin parvekirin.
Herwiha tekezî li ser hemahengî û têkiliyên berdewam ên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hat kirin.