CHP û Pirsa Kurd

CHP û Pirsa Kurd

CHP partiyeka ji aliyê Mustafa Kemal û hevalên wî ve hatiye damezirandin û ev partî wek partiya damezerê Cumhuriyetê tê nasandin. Bi salan bi tena xwe dewleta Tirk rêvebiriye. Gelek qanûnên nijatperestî di dema CHPê de derketine. Binyata CHPê wek binyata avakirina cumhuriyeta heyî li ser inkar û imha kirina Kurdan hatiye danîn. Komkujiyên devera Koçgiriyê, li Agriyê,li Geliyê Zila û Dersimê bi biryarên rayadarên CHPê hatine kirin. Siyaseta CHPê di derbarê Kurdan de evbû: “Yan bikûje yan jî cahil bihêle.” Di dema CHPê de di serî de tevgera azadixwaz a Şêx Seîd, Serhildana Agriyê û nêzikî 20 serhildanên Kurda bi biryara rayadarên CHPê hatine tefisandin û hemû jî bi kuştin û serguman dawî kirine.

Roja cumhuriyet hatî ragihandin heta sala 1946ê Dewlet CHP bû, CHP dewletbû. Destê CHPê di xwîna Kurdan de heye. Eger îro di roja mê de taybetî li bakurê Kurdistanê Kurd vê yekê nebînin nikarin li rastiya xwe jî xwedî derkevin.

Ji damezrandina Komara Tirkiye heta roja îro, xeta siyasî ya CHPê, ku bi refleksên dewletparêziyê hatiye şekildan, berdewam dike, di derbarê pirsgirêka Kurd, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê bingehe. Ev helwesta wan a dîrokî, ji darizandinên Şêx Seîd bigire heta darvekirina Seyit Rıza, ji Zîlanê bigire heta salên qedexeyên nasnameyê, yek ji faktorên bingehîn ên ku , helwesta CHPê di pirsa Kurd de kif dike.

Di van demên dawî de di hinek hilbijartinan de hevkariya CHPê û DEMê jî cardin bi refleksên îdeolojik pêkhatiye û Kemalist û çepên herdu aliyan bingehê biryara hevkariyan pêkanîn.

Bê guman dema behsa CHPê û siyaseta wê taybetî di derbarê Kurdan de tê kirin, ev nayê wateya ku siyaseta partiyên din raste yan jî di berjewendiyên Kurdan de ye. Lê siyaseta CHPê siyaseta binyata avakirina cumhuriyetêye. Gerek ev cewazî baş bê dîtin.

Li Tirkiye 12 Adara sala 1971ê de midaxeleyek leşkerî rûda û gelek kesên çep û kurd jî hatin girtin û ketin zindanan de. Di wê demê de gelek xwednekarên Kurd û rewşenbirên Kurd û endamên Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye jî hatin girtin. Sala 1973 li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartin çêbûn. Di wê demê Bulent Ecevit serokê CHPê bû. Ecevit xwe wek kesayetek çepê demokrat dida nasandin û dema propagandeya hilbijartinan de soza efuyek giştî dida. Ev yek bû sedemek ku, kurda berê xwe da CHPê û di wan hilbijartina de deng dan CHPê.

Ji wê rojê pêde piraniya kurda taybetî yên çep bi awayek îdeolojik nêzikî partiyên siyasî dibûne û ew li gora ideolojiya xwe dinirxandin. Yanî îdeolojî ket pêşîya fikra netewî.

Pirsa îdeolojik sedemek esasî bû ku, HDP/DEMê li gel CHPê tifaq dikira û bû sedem ku di serî de li Stanbulê û bajarên mezin yên Tirkiye CHP şeradarî destve anîn. Mixabin îro astenga di rêya pêvajoyekî ku sekinadina şer de jî ev helwesta DEMê bû.

Îro gelek tişt hatin guhertin, lê mixabin dema îro tê nirxandin tu kesek behsa duh nake. Gerek duh jî bê nirxandin da ku, îro çewtiyên duh dubare nebin.

Bê guman pirsa Kurd û helwesta partiyên Tirkiye û DEM jî di nava de babetek dirêj û taybet e. Lê li vî welatî tu cara Kemalist ji Kurdan re nabin dost. Heta Kemalistên di nava DEMê de jî ji vê dostaniyê gelekî dûrin.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş