Ciwanên Şoreşger keçeka 14 salî ji Kobanê revandin

Çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger keçeke din ya Kurd ji bajarê Kobanê revandin û bo bingehên leşkerkirina bi zorê veguhestin.
Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, li roja 12 Mijdara 2025ê, çeteyên PKKê Ciwanên Şoreşger ku karê wan revandina zarokane, keçeke temen 14 sal ji Kobanê revandin û çarenûsa wê nedyare.
Çavkaniyên me aşkere kirin, keça revandî navê wê heyfa Ebdulselam ne’sane, ji şêniyên Kobanê ye.
Çeteyên Ciwanên Şoreşger weke bi sedan keç û zarokên ku wan ji boy PKKê û YPGê revandine, keça bi navê Heyfa jî bo bingehên meşqê û leşkerkirina bi zorê birine.
Hêjayî bi bîranînê ye, li du mehên rabûrî Ciwanên Şoreşger nêzî 10 zarokên Kobanê revandine û çarenûsa wan bi nedyarî maye.
Ciwanên Şoreşger rêxistineke Ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast ya Cemîl Bayîk tev digere û karê wê çekdarkirina zarokane ji boy PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê.