Di navbera malbata Mezlûm Kobanî û PKK’ê de pevçûn derket

Di navbera malbata Mezlûm Kobanî û PKK’ê de pevçûn derket

Piştî ku rêxistina PKK’ê kuştina yek ji çekdarên xwe ji malbata wî veşartî, dema malabata wî ji aliyê saziya malbatên şehîdên PKK’ê ve tê agahdarkirin ku kurê wan hatiye kuştin, malbata Mezlûm Kobanî êrîşî ser endamên vê saziya PKK’ê dikin û wan ji mala xwe derdixin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, yek ji çekdarên PKK’ê yê bi navê Mehmûd Hebeş Misî ku wek “Mezlûm Kobanî” tê naskirin û ji şêniyên bajarokê Kobaniyê yê ser bi Helebê ve ye, di sala 2014an de tevlî refên YPG’ê bûye, piştre di sala 2018an de PKK’e vî çekdarê YPG’ê ji boy Qendîlê vedguhêze ji boy ku perwerdehiyê bibîne, lê belê di operasyoneke dewleta Tirkiyeyê de ev çekdar canê xwe ji dest dide û PKK’e jî vê yekê ji malbata wî vedişêre.

Çavkaniyên Darka Mazî her wiha eşkere kirin, malbata Mehmûd ji sala 2018an vir ve ji çarenûsa kurê xwe bê xeber bûne, loma malbata wî serî li saziyên ser bi PKK’ê ve didin û li çarenivîsa kurê xwe dipirsin, kadroyên PKK’ê ji malbata wî re dibêjin, Mehmûd vegeriye bajarê Hesekê û tevlî dewreyeke perwerdehiyê ya 6 mehî bûye.

Lê belê, piştre lîjneyeke saziya malbatên şehîdan a PKK’ê li Kobaniyê di roja 14/11/2025an de, serî li mala bavê Mehmûd ku dikeve gundê Degirman dide û wî agahdarî rewşa Mehmûd dikin û jê re dibêjin, Mehmûd di sala 2018an de di dema operasyoneke leşkerê Tirkiyeyê li çiyayê Zapê hatiye kuştin, ev yek jî bû sedem ku di navbera malbata Mehmûd û endamên saziya malbatên şehîdan ya PKK’ê de alozî derkeve.

Çavkaniyên Darka Mazî tekez kirin, malbata Mehmûd dema agahdarî rewşa kurê xwe bûn, li endamên saziya şehîdan ya PKK’ê xistiye û ji mala xwe derxistine, her wiha malbata Mehmûd ji endamên vê saziya PKK’ê re gotine, hûn çima ewqas derewan li kurdan dikin, çima hûn paş 7 salan ji nû de tên û dibêjin kurê we di sala 2018an de hatiye kuştin, di demekî de ku pêş niha we digot tevlî dewreyeke perwerdehiyê bûye?

Bi awayekî giştî PKK’e kuştina piraniya çekdarên xwe ji malbatên wan vedişêre, PKK’e kuştina çekdarên xwe bi salan vedişîre û piştre ji boy ku bazariyê bi xwîna wan bike û malbatên wan bêtir bi xwe ve girê bide, bi hin merasîmên taybet kuştina wan ji malabatên wan re radigihîne.

Pustên heman beş