Civîna Ocalan û Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê pêşandaneke nû bû ji bo xapandina raya giştî

Hevdîtina dawîya di navbera Abdullah Ocalan û Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê de ne “gaveke ji bo aştiyê” bû û ne jî “pêşketineke dîrokî”. Ev hevdîtin bêtir dişibihe sehneyek hesabkirî ku armanc dike têkçûnên siyasîyên Enqerê û rewşa bêçareya demdirêja li ser pirsgirêka kurd bi wêneyekî bîranînêyê Îmraliyê veşêre.
Bi bangên xweyên nû ji bo “hilweşandina PKK’ê” û “rêya demokratîk”, Ocalan hewl dide ku roleke xilaskar ji bo xwe bi afirîne; roleke ku ti têkiliya wê bi dehsalên tundûtûjî, şerê çekdarî û biryarên wîyên karesatbar re tuneye. Hikûmeta Tirkiyeyê jî vê pêşandanê tam ji bo vê vegotinê dixwaze: ji bo afirandina wêneyek nû bêyî garantiyeke rastîn ji bo çareseriyek bingehîn ji bo pirsgirêka kurd.
Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya 51 endamî, bi dirûşmeyên xweyên xweşik ên “bi hevre jiyan” û “Aştî”, ne amûrek aştiyêye û ne jî nûnerê îradeyek cidî ji bo reformê. Komîsyon bêtir wekî mertaleke siyasîye ku ragihîne pêvajoya aştiyê “di tevgerê deye”, bêyî ku gavek cidî were avêtin.
Heta ku Tirkiye reformên kûrên qanûnî neke, mafên kurdan bi fermî nas neke û dev ji bikaranîna Ocalan wekî amûrekî bernede, civînên bi vî rengî ji taktîkên siyasî û xerckirina navxweyî wêdetir nînin.
Civîna Îmraliyê li şûna ku nîşaneya destpêka aştiyê be, ew bîranîneke heman çerxa kevin a sozên nehatine bicihanîne ku bi dehan salane gelê kurd westandiye.