PKK: Heke Ocalan azad nekin, em tu pêngavên din bo aştiyê naavêjin

PKK: Heke Ocalan azad nekin, em tu pêngavên din bo aştiyê naavêjin

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) radigihîne ku, heta Abdullah Ocalan neyê azadkirin, ew tu pêngavên nû ji bo pêvajoya aştiyê naavêjin.

Fermandarê PKK’ê, Amed Melazgirt ji AFPê re ragihand ku, ew tu pêngavên din ên kiryarkî ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê naavêjin, heta ku rêberê tevgera wan Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê neyê azadkirin.

Amed Melazgirt li ser wan pêngavên ku PKK ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê avêtine got: “Hemî pêngavên ku ji aliyê PKK ve ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê hatine avêtin bi pêşengiya Ocalan bûn, ji ber vê yekê jî biserxistina pêvajoya aştiyê girêdayî azadkirina wî ye ji ber ku bê azadkirina wî tu pêngavên din ji bo aştiyê ji aliyê PKKê ve nayên avêtin.”

Navbirî di pareka din a axaftina xwe de di wê çavpêkeftina çapemeniyê de li çiyayên Qendîlî got ku, ew li benda pêngavên kiryarkî yên dewleta Tirkiyeyê ne, ku divê bên avêtin.

Wî fermandarê PKK herwesa got: “Azadkirina serokê girtî yê PKK, ku ji sala 1999ê ve di girtîgeha Îmraliyê de ye, û herwesa bi destûrî û bi rengekê fermî itîraf bi gelê Kurd di dewleta Tirkiyeyê de bê kirin, du daxwazên sereke yên PKKê ne di pêvajoya aştiyê de.”

Pustên heman beş