Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed diçin Tirkiyeyê û bi Ocalan re dicivin

Tê payîn ku fermandarê giştîyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD Mezlûm Ebdî û berpirsa têkiliyên derve ya Rêveberiya Xwesera Rojava Kurdistanê Îlham Ehmed meha bê serdana Tirkiyeyê bikin da ku bi rêberê girtîyê PKKê Abdullah Ocalan re bicivin û peymaneke nû îmze bikin. Tirkiye jî amadekariya berdana Ocalan dike.
Serokê navenda lêkolînêya Taml, Abdulrehîm Samawî, ji Welat Tv re got ku tê payîn ku Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed meha bê serdana Tirkiyeyê bikin da ku bi Ocalan re bicivin û peymanek nû îmze bikin ku peymana berêya di navbera Ebdî û serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara de temam dike.
Wî got ku peymana di navbera Ocalan û hikûmeta Tirkiyeyê de ji vê daxuyaniyê derketiye, Enqerê gavên erênî avêtine, di nav de guhertina gotara siyasîya li hember PKKê. Li Tirkiyeyê jî amadekarî hene ku di demek nêzîk de qanûnek nû were derxistin ku dê azadiya Ocalan di bin çavdêriya hikûmeta Tirkiyeyê de garantî bike, ji bilî vegera gerîlayên PKKê bo malên xwe û çareserkirina rewşa wan.
Li gorî Samawî, qanûnên nûyên Tirkiyeyê mafên çandî û etnîkîyên gelê Kurd garantî dikin, û avêtina van gavên bingehîn û dîrokî dem û sînordarkirinê hewce dike. Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo misogerkirina serkeftina pêvajoya aştiyê bi lez û bez tevdigere.
Ev di demekî de ye ku hefteya borî, Mezlûm Ebdî ragihand ku kanaleke Têkiliyê ya vekirî bi Tirkiyeyê re heye û dixwaze wê têkiliyê fermî bike.