DEM Partî: Hatina Serok Barzanî ya Cizîrê dîrokî bû

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê di nîqaşên budceyê yên li Parlamentoyê de behsa serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîrê kir.
Ayşegul Dogan, di Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoyê de di dema nîqaşên Budceya Serokomariyê ya 2026an de axivî.
Li gorî nûçeya ANKAyê, Doganê hem nîqaşên “pêvajoya nû” ya di rojevê de û hem jî serdana Serok Mesûd Barzanî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê nirxandin.
Ayşegul Doganê bi bîr anî ku serdana Serok Mesûd Barzanî li ser vexwendina Parêzgariya Şirnexê, Qeymeqamtî û Zanîngeha Şirnexê pêk hatiye û got:”Ev organîzasyon bi navê Sempozyûma 4emîn a Melayê Cizîrî ya Navneteweyî hatibû kirin.
Yek ji Serşêwirmendên Serokomar Gulşen Orhan û Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe Munîr Karaloglu jî li wê derê bûn. Lê belê wan hewl da ku di vê organîzasyonê de me tune bihesibînin.
Ayşegul Doganê tekez kir serdana Serok Barzanî ji bo gelê herêmê û siyasetê biqîmet e û got: hatina Birêz Mesûd Barzanî ya Cizîrê hem ji aliyê dîrokî ve û hem jî ji aliyê pêvajoyê ve xwedî girîngiyeke gelekî mezin e.”
ji sala 2015ê ta 2025ê ango di 10 salan de, Dem Partiyê li gorî ecêndayên PKKê êrîşî hereketa Barzanî û PDKê di kir, parlementerên wan li bajarên Tirkiyê li dijî PDKê silogan di avêtin, komên xelkê xwe di anîn ber deriyên sînor yê Silopî û Îbrahîm Xelîl û çalakî li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikirin, lê niha ew bi xwe mecbûr man ku vê siyaseta xwe ya nerast ya 10 salan bi guherînin û li dawiyê danpêdan kirin ku serok Barzanî rola herî girîng û bi bandor li her çar perçeyên Kurdistanê heye.