Serokê CHPê: Em dixwazin li gel Kurdên Rojava cîrantiyeke birayane bikin

chp-rojava-info

Serokê Giştî yê CHPê diyar kir ku aramiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê jî garantiyeke mezin e û got, “Em dixwazin li sînorê xwe bi birayên xwe re cîrantiyeke birayane bikin.”

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê di dema gotûbêjên budceya 2026an de axivî.

Ozgur Ozel di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê û rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Ozel diyar kir ku ew dê di çarçoveya pêvajoyê de bi biryardarî bixebitin û piştgiriya xwe ya ji bo Komîsyona Hevgirtiba Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê bidomînin.

Ozgur Ozel di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Sûriye û Rojavyê Kurdistanê jî û anî zimên ku ew dixwazin hemû pêkhateyên li wî welatî bibin xwedî garantiya destûrî.

Ozel wiha got, “Em dixwazin Kurd, Ereb, Durzî û Tirkmenên li Sûriyeyê bibin xwedî garantiya destûrî.

Hebûna demokratîk, aştî û aramiya Kurdên Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê garantiyeke mezin e.

Em dixwazin li ser sînorê xwe bi birayên xwe re cîrantiyeke birayane bikin.”

Pustên heman beş