Bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê tê lidarxistin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a 2026an de gihîşt Dubayê û îro dest bi hevdîtinên xwe yên dîplomatîk dike.
Li bajarê Dubayê yê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), îro 3ê Sibatê “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan” bi beşdariya gelek serkirde û berpirsên payebilind ên cîhanê dest pê dike. Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh êvarê, li ser vexwendineke fermî ya Cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê û Hakimê Dubayê Şêx Mihemed bin Raşid Al Maktûm, gihîşt Firokxaneya Dubayê û ji aliyê Wezîrê Dadê yê Îmaratê Abdullah Elnuaimî ve hat pêşwazîkirin.
Tê çaverêkirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di perawîza vê lûtkeyê de, rêzeçalakî û civînan li gel berpirsên bilind ên Îmaratê û serkirdeyên welatên beşdar pêk bîne.
Di van hevdîtinan de, dê xurtkirina peywendiyên duqolî, geşedanên dawî yên li Iraqê û guhertinên siyasî û ewlehî yên li navçeyê werin gotûbêjkirin. Serokwezîr Barzanî dê nêrîna Herêma Kurdistanê ya derbarê rêveberî û hevkariya navdewletî de bi beşdarên lûtkeyê re parve bike.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, salane li Dubayê tê lidarxistin û platformeke giring e ji bo nîqaşkirina ayendeya hikûmetan, teknolojî, aborî û rûbirûbûna pirsgirêkên cîhanî.