SOHR: Li Heseke û Kobanê 230 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar in

SOHR: Li Heseke û Kobanê 230 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar in

Bi destpêkirina nîvsala duyem a xwendinê li Sûriyeyê, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) amarekê metirsîdar belav kir. Li gorî raporê, zêdetirî 230 hezar xwendekar li Rojavayê Kurdistanê ji mafê xwendinê bêpar mane; sedema sereke jî veguherandina dibistanan bo penagehên koçberan e.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) raporeke hûr li ser rewşa perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav kir. Rewangehê hişyarî da ku herêm bi rûbirûyê “kareseteke perwerdeyî û mirovî” ye.

Li gorî amaran, ji ber nebûna çareseriyê ji bo rewşa koçberan û bikaranîna navendên perwerdeyê wekî penageh, zêdetirî 230 hezar xwendekar nikarîbûne li ser kursiyên xwe rûnên. Dabeşbûna xwendekarên bêpar li gorî herêman wiha ye:

– Kobanê: Nêzîkî 72 hezar xwendekar di astên cuda de bi temamî ji xwendinê qut bûne.

– Herêma Cizîrê: Rêjeya herî bilind li vir e; nêzîkî 160 hezar xwendekar bi destpêkirina nîvsala duyem re ji dibistanên xwe bêpar mane.

Sedema Krîzê: Şer û Koçberî

Rewangehê diyar kir ku sedema sereke ya vê qeyranê ew e ku bi sedan dibistan bûne navendên niştecihbûnê ji bo wan malbatên ku ji ber operasyonên leşkerî koçber bûne. Şer û pevçûnên di navbera Artêşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn sedema pêleke mezin a koçberiyê.

Ev rewş ne tenê bûye sedema rawestandina xwendinê, lê di heman demê de rê li ber xwendekaran girt ku “ezmûnên nîvsalê” bikin. Ev yek metirsiya windakirina saleke xwendinê û qutbûna yekcarî ya xwendekaran zêde dike.

Bang li UNICEF û Civaka NavdewletîRewangeha Sûrî ev amar pêşkêşî civaka navdewletî û rêxistina “UNICEF”ê kir û hişyarî dide ku mana 230 hezar zarok û nûciwanan li kolan û kampan (bêyî xwendin), dê bibe sedema karesateke civakî ya demdirêj, zêdebûna diyardeya kedkarên zarok û belavbûna nexwendewariyê.

Rewangehê bang li hemû aliyên leşkerî kir ku berpirsiyariya xwe ya yasayî û exlaqî hilgirin. Herwiha SOHR daxwaz dike ku bi lez cihên niştecihbûnê yên guncav ji bo koçberan werin dîtin (bi dûrî dibistanan), da ku navendên xwendinê werin valakirin û paşeroja nifşekî were rizgarkirin.