Nasnameyên 8 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê hatin aşkere kirin

Shexmaqsud-8-shahid-info

Nasnameyên 8 Şervanên berxwedana Şêxmeqsûdê ku endamên hêzên ewlekarîya hundirîn Asayîşê bûn hatin aşkere kirin.

Fermandariya giştî ya hêzên ewlekariya hundirîn bi daxuyaniyek nivîskî nasnameyên 8 şehîdên berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê aşkera kirin.

Li gorî daxuyaniyê ew 8 Şervanên Asayîşê li 10 meha rabûrî li taxa Şêxmeqsûdê de di pêşî girtina li çeteyên Şamê de şehîd ketine.

Navên wan wisaye:

 Nazilcan Kobanê.

 Axîn Şiyar.

 Zîlan Kendal.

 Zîlan Têkoşîn.

 Qehreman Efrîn.

 Mordem Gewda.

 Rustem Kobanî.

 Şevger Baz.

Hikûmeta demkî ya Şamê ku qetilkarê Elewî û Durziyane bi alîkarîya dewleta Tirk di 6ê Çileya 2026an de êrişî herdû taxên me Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê kirin. Li hemberî du taxên biçûk weke ku bi welatekî re bikevin şer her cûre çek, rê û rêbazên hov bi kar anîn.