Nêçîrvan Barzanî û şandeyeke Kongressa Amerîkayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û şandeyeke Kongressa Amerîkayê civiyan

Serokê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de, îro 14ê Sibatê ligel senatorê Komarparêz Lindsey Graham û şandeyeke Kongressa Amerîkayê ya ku ji çend endaman pêk dihat, civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, di civînê de peywendiyên Amerîkayê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevkariyên dualî hatin nirxandin. Nêçîrvan Barzanî spasiya Amerîka û Kongressê kir ji bo piştgiriya wan a berdewam a di warên cuda de.

Şandeya Kongressê tekezî li ser giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê wekî faktoreke sereke ya aramiyê li herêmê kir û piştgiriya xwe ji bo parastina qewara destûrî ya Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da.

Mijareke din a civînê, rewşa Sûriyeyê û paşeroja Kurdan a di wî welatî de bû. Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din hem di rewşa niha de û hem jî di destûra bê ya Sûriyeyeke yekgirtî de, werin parastin û mîsogerkirin.

Dawî pêşhatên ewlehiyê û metrsiyên li ser vegera terorê mijareke din a hevdîtinê bû.