Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan nîqaş kirin

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan nîqaş kirin

Serokê Herêma Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê HSDê re civiya û pêşketinên dawiyê yên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û deverê û rewşa Kurdan û pêkhateyên din li Sûriyeyê pê re nîqaş kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye ku, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro 15ê Sibata 2026ê di çarçoveya Gera 62ê ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa ragihandiye ku, her du aliyan di wê civînê de pêşketinên dawiyê yên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û deverê û rewşa Kurdan û pêkhateyên din li Sûriyeyê nîqaş kirine.

Wê ragihandinê eşkere jî kiriye ku, Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya berdewamiya diyalog û hevfêmkirinê ji bo çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên Sûriyeyê kir, bi rengekî ku mafên Kurdan û hemî pêkhateyan di çarçoveya Sûriyeyeka hevgirtî û destûra paşerojê ya Sûriyeyê de parastî bin.

Mezlûm Ebdî jî ji aliyê xwe ve spasiya Serok Mesûd Barzanî û Serokatiya Herêma Kurdistanê kir, ji ber bizavên wan ên berdewam û rola wan a bibandor pêxemetî aramkirina rewşê û gihîştina Şam û HSDê bi lihevkirina agirbestê.

Xetera serhildana DAIŞê û gefên terorê jî mijarên tewerekê din ê wê civînê bûn.