Ocalan bidawîbûna qonaxa yekem ya çekdanînê û destpêkirna qonaxeke din a pêvajoyê radgihîne

Ocalan-Qunaxa-.docx-net

Serokê pekeke ya hilweşandî, Abdulla Ocalan, bidawîbûna qonaxa yekem ya hilweşandina partiyê û têkoşîna çekdarî û destpêkirna qonaxa tevlîbûna demokratîk “entegrasyonê” û nîqaşkirina rêyên pêşerojê radgihîne.

Şandeya Dem Partiyê ya Îmraliyê, piştî hevdîtna duh, peyameke nû ji Ocalan ragihand, ku tê de Ocalan dibêje: Qonaxa yekem ya pêvajoyê, ku bingeha wê danîna çekan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve bû, bi dawî bûye, û qonaxa “entegrasyona demokratîk” niha dest pê kiriye.

Di vê navberê de, Mîdhet Sancar endamê şandeya îmralyê ya dem partiyê ji medyayê re li ser hevdîtna ku roja duşemê bi ocalan re pêk hat axvî, û raghand ku ocalan ev hevdîtin wekî “civînek ji bo desitpêkirna entegrasyonê” bi nav kir.

Sincar destnîşan kir ku Ocalan 16 mehên dawî yên pêvajoyê nirxandiye û gotiye: “Qonaxa yekem bi dawî bûye, ku bi biryara hilweşandina rêxistinê û têkoşîna çekdarî ve girêdayî bû, bingeha vê qonaxê çareseriya Partiya Karkerên Kurdistanê û danîna çekan bû, û ev biryar ji bo min sitratejîke”.

Ocalan her wiha dest nîşan kir ku ew niha ketine qonaxa duyemîn, ku tê de balê dikşîne ser “piştî entegrasyonê” û nîqaşkirina rêyên ku ji niha û pê ve dê werin girtin.