Herêma Kurdistanê û Amerîka tekezî li ser çaksaziya hêzên Pêşmerge dikin

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, berpirsên Herêmê û şandeke dîplomasî û leşkerî ya Amerîkayê, gera nû ya civînên li ser çaksazî û yekxistina Hêzên Pêşmerge pêk anîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 18ê Sibatê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di nava saziya serokatiyê de, civîneke hevpar di navbera berpirsên saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê û şandeke Amerîkî de birêve çû. Armanca vê civînê gotûbêjkirina hûrgiliyên proseyê çaksazî û yekxistina hêzên cuda yên Pêşmerge bû.
Civîn bi amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cafer Şêx Mistefa û Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê Wendy Green pêk hat. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ligel tekezîkirina li ser serxistina proseyê çaksaziya Pêşmerge, gavên dawî yên ku di vî warî de hatine avêtin, hatine nirxandin.
Her du aliyan li ser pêwîstiya lezkirina proseyê û çareserkirina wan astengiyên ku derdikevin pêşiya yekxistina Pêşmerge lihev kirin. Herwiha di civînê de nêrîn li ser berfirehkirina hevahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de hatin parvekirin da ku hêza Pêşmerge bibe hêzeke niştimanî û rêkûpêk.