Li du navçeyên Rihayê ji ber barana zêde dibistan bo rojekê hatin girtin

Li du navçeyên Rihayê ji ber barana zêde dibistan bo rojekê hatin girtin

Li navçeyên Serêkaniyê û Wêranşarê yên Rihayê, ji ber barana zêde û astengiyên di çûnûhatinê de, dibistan ji bo rojekê hatin rawestandin.

Parêzgehiya Rihayê derbarê bandora barana zêde de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji ber barana dijwar a li herêmê, tora rêyên gundan li navçeyên Serêkaniyê û Wêranşarê zirar ditiye û ev yek bûye sedema astengiyan di veguhastina xwendekaran de.

Li gorî biryara Parêzgehiyê, ji bo parastina xwendekaran û ji ber pirsgirêkên rê, li her du navçeyan (Serêkaniyê û Wêranşar) dibistanên seretayî yên ku polên wan ên hevbeş hene, roja Duşemê, 23ê Adarê ji bo rojekê hatin girtin.