Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest li Efrînê canê xwe jidest da

Welatiyekî Kurd ê Efrînê dema ku ji pîrozbahiyên Newrozê vedigeriya, rastî êrîşên nijadperest ên komên çekdar hat û di encamê de jiyana xwe jidest da.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand, welatiyê bi navê Luqman Kemal Kûsa, ku ji gundê Bafilûnê yê navçeya Şera ya Efrînê ye, roja 23ê Adara 2026an di encama êrîşên hov de şehîd bûye.
Li gorî daxuyaniyê, Luqman Kemal Kûsa dema ku ji pîrozbahiyên Newrozê ber bi bajarê Helebê ve diçû, li nêzî Ezazê ji aliyê komek ciwanên Ezazî ve hat sekinandin. Vê komê bêyî ti sedemekê bi tundî lê da û ew birîndar kir.
Piştî vê êrîşê, gava Kûsa gihîşt nêzî gundê Maryamînê, careke din rastî êrîşa komeke din hat. Ji ber ku hejmara êrîşkaran zêde bû, Kûsa nekarî xwe biparêze û bi giranî birîndar bû.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir, Luqman Kemal Kûsa ji ber lêdana giran, sivikatî û zexta derûnî ya mezin (qehrê), tûşî krîza dil (celte) bû û jiyana xwe ji dest da.
Rêxistinê destnîşan kir ku ev bûyer ne rasthatin bû, lê encama nijadperestiyeke plankirî ye ku armanca wê “şikandina vîna Kurdan û têkdana şahiya Newrozê ye”.
Di daxuyaniyê de hat gotin jî, hêzên ewlehiyê yên li herêmê berpirsyarên rasterast in ku rê didin van tawanbaran ku êrîşî sivîlan bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bal kişand ser “destên derve” û hişyarî da ku ev cure kiryar xizmeta fitne û duberekiya di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de dikin.