Skip to content
Peyamek ji Serok Barzanî

Serok Barzanî êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser baregahên hêzên Pêşmerge şermezar dike û radigihîne ku ev êrîşeke dijminane ye û tu hincetan qebûl nake. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku ev êrîş di demekê de ne ku Herêma Kurdistanê nebûye parçeyek ji vê şerê niha û tu carî nebûye gef li ser cîranên xwe.
Serok Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir: “Ez bi tundî wê êrîşa ku berê sibêya îro Sêşemê, 24ê Adara 2026an, bi mûşekên Îranî li ser baregahên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatî kirin, şermezar dikim.”
Serok Barzanî her wiha dibêje: “Bi daxeke mezin, di encamê de hejmarek Pêşmergeyên qehreman şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdên vê êrîşa neheq re dixwazim û xwe bi hevparê xema wan dizanim; hêviya başbûna bilez jî ji bo birîndaran dixwazim.”
Di peyama Serok Barzanî de hatiye: “Ew êrîşeke dijminane ye û tu hincetan hilnagire.” Her wiha destnîşan kir ku ev çend car in êrîşên bi vî rengî, bêyî berçavgirtina bingehên cîrantiyê û yasayên navdewletî, li dijî Herêma Kurdistanê tên encamdan.
Serok Barzanî tekez kir ku ev di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê nebûye parçeyek ji vî şerê ku niha li herêmê heye û tu carî nebûye gef ji bo cîranan.
Di dawiyê de dibêje: “Pêşmerge ezîztirîn û bihadartirîn sermayeya gelê me ye.”