Mezlûm Ebdî sersaxiyê ji Serok Barzanî û malbatên şehîdan re dixwaze

Mezlûm Ebdî hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna hejmareke Pêşmergeyên Kurdistanê li qezaya Soranê diyar dike û sersaxiyê ji Serok Barzanî, hemû rayedarên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwaze.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek li ser şehîdbûna hejmareke Pêşmergeyên Kurdistanê li qezaya Soranê belav kir.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de ragihand: Em xemgîniyê bi gelê Kurd li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re parve dikin, ji ber şehadeta lehengên wan.
Navbirî di pareke din a peyama xwe de jî got: Herwiha em sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî, hemû rayedarên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwazin.
Fermandarê Giştî yê HSDê di dawiya peyama xwe de jî silametî ji birîndaran re xwest û got: Bi hêviya şîfayê ji birîndaran re.
Bingehên Pêşmergeyan li qezaya Soranê îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi mûşekên balîstîk hatin armanckirin û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.