Mekteba Siyasî ya PDKê: Herêma Kurdistanê qet nebûye pareke hevrikî û aloziyan

Mekteba Siyasî ya PDKê: Herêma Kurdistanê qet nebûye pareke hevrikî û aloziyan

Mekteba Siyasî ya PDKê êrîşa nerewa ya li ser hêzên Pêşmergeyan bi tundî şermezar kir û tekez kir ku, Herêma Kurdistanê qet nebûye parek ji hevrikî û aloziyan, belkî hemî alî teşwîq kirine ku rêya diyalogê bidin ber xwe û berdewam tekez li ser siyaseta aştîxwazane ya Kurdistanê kiriye.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) daxuyaniyek weşand û tê de got: Em wê êrîşa nerewa û bêhincet bi tundî şermezar dikin, ku serê sibeha îro li ser hêza Pêşmergeyan li sînoerê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê hat kirin, ku mixabin bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji Pêşmergeyên dilsoz.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê herwesa ragihand: Em hevxemiya xwe ji malbatên şehîdan ên serbilind re û çarebûneke bilez ji birîndaran re jî dixwazin.

Mekteba Siyasî ya PDKê tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê qet nebûye parek ji hevrikî û aloziyan û hemî alî teşwîq kirine ku rêya diyalogê bidin ber xwe û berdewam tekez li ser siyaseta aştîxwazane ya Kurdistanê kiriye.

Di wê daxuyaniyê de herwesa hat gotin: Mixabin, her ji destpêka serhildana şer û aloziyan li deverê ve, gelek êrîşên nerewa û dijminane li ser herêma me hatine kirin ku ya herî dawiyê êrîşa serê sibeha îro ya bi mûşekên Îranî bû. Em bi nîgeraniyeke zêde li van pêşveçûnan dinêrin.

Mekteba Siyasî ya PDKê herwesa got: Em ji hikûmeta federal û dezgehên peywendîdar çaverê dikin ku di zûtirîn dem de sînorekî ji bo wan destdirêjiyan danin ên ku li ser axa Herêma Kurdistanê tên kirin û erkê xwe yê destûrî ji bo parastina welatiyan bi cîh bînin.

Mekteba navbirî di dawiya daxuyaniya xwe de jî bang li hemî hêz û aliyên Kurdistanî dike ku, bi yek gotarê û yek helwestê li dijî van pêşveçûnan rawestin û peyam û helwesta xwe ya neteweyî li beranberî wê binpêkirin û zilmê nîşan bidin a ku di derheqa welatiyan û herêma me de tê kirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Bingehên Pêşmergeyan li qezaya Soranê îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi mûşekên balîstîk hatin armanckirin û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.