Hevpeymaniya Xiristiyanan: Pêşmerge mertala parastina hemî pêkhateyan e

Hevpeymaniya Xiristiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê êrîşên bi mûşekan ên li ser bingehên hêza Pêşmergeyan li Soranê şermezar kir û daxwaza danana sînorekî ji bo wan binpêkirinan kir.
Hevpeymaniya Xiristiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, wan bi xem û kovaneke zêde ve çavdêriya wê êrîşa stemkarane kir a ku li ser hêza Pêşmergeyan hat kirin û bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna gelek Pêşmergeyan.
Hevpeymaniya navbirî ron jî kir ku, ew bi tundtirîn awa wê êrîşê şermezar dikin a ku hêzeke neteweyî û destûrî kiriye armanc, ku her gav ji bo gelên Kurdistan û Iraqê mertaleke parastinê bûye.
Wê hevpeymaniyê di pareke din a daxuyaniyê de got ku, Hewlêrê rêbaza bêalîtiyê daye ber xwe û her gav bizav kiriye ku ji bo aştiyê bibe pirek, ji ber vê yekê jî mixabin e ku li şûna xelatan, qada pevçûnan ji bo devereke aram bê veguhestin.
Hevpeymaniya Xiristiyanan herwesa pesnê rola dîrokî ya hêzên Pêşmergeyan da, ne tenê di berevanîkirina ji axa Kurdistanê de, belkî li rêza pêşiyê parastina Xiristiyanan û pêkhateyên din, herwesa di şkandina efsaneya çekdarên DAIŞê de jî tevlîbûyîyên yekalîker bûn.
Hevpeymaniya Xiristiyanan di dawiya daxuyaniya xwe de jî piştgiriya xwe ji bo peyama Papayê Vatîkanê Papa Leoyê 14ê ji bo rawestandina şer diyar kir.
Hevpeymaniya navbirî herwesa bang li hikûmeta federal, Neteweyên Yekgirtî, Encûmena Ewlekariyê û civaka navneteweyî kir ku, helwesteke zelal ji bo bidawîanîna wan êrîşên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin û parastina jiyana sivîlan hebe.
Ev jî di demekê de ye ku, Bingehên Pêşmergeyan li qezaya Soranê îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi mûşekên balîstîk hatin armanckirin û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.