Wezareta Pêşmerge rêkarên nû bo parastina ewlehiya zanyar û sengeran weşandin

Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Hişyariya Neteweyî ya Wezareta Pêşmerge, bi armanca parastina ewlehiya zanyaran û rûmeta leşkerî ya hêzan, hejmareke rênima û biryarên nû ji bo hemî efser û Pêşmergeyan derxistiye.
Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Hişyariya Neteweyî ya Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de tekez kir ku, derbazkirina medyayê ji bo nav bingehên leşkerî û kişandina wêneyên sengeran û weşandina wan li ser torên civakî bi her awayî qedexe ye.
Rêveberiya navbirî tekez jî kir ku, dana her zanyar û daxuyaniyekê bi dezgehên medyayê ji aliyê efser û Pêşmergeyan ve qedexe ye û kesên ku binpêkirinan dikin dê rûbirûyî cezayên herî tund ên leşkerî û îdarî bibin.
Wê birêvebiriyê herwesa bang li welatiyan jî kir ku, her rûpel û hesabeke ku zanyarên nihênî bi navê Pêşmergeyan belav dike, lînka wê ji wan re bişînin da ku li dijî wan rêkarên qanûnî bên wergirtin.
Li gorî wê daxuyaniyê, divê efserên ragihandin û hişyariyê li yekîneyên leşkerî, operasyonan û hewalgiriyê hemî tevgerên Pêşmerge û efseran bi temamî bişopînin û herwesa van rênimayan jî belav bikin.
Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Hişyariya Neteweyî herwesa got: Em dê bi hevahengiya cihên di ser xwe de medyaya civakî bişopînin, ji bo her binpêkirinekê û wergirtina rêkarên leşkerî û qanûnî.