Li Baneyê Welatiyekî Kurd Hat Binçavkirin

Li Baneyê Welatiyekî Kurd Hat Binçavkirin

Di berdewamiya pêla girtin û binçavkirinan li bajarên Kurdistanê de, welatiyekî kurd ê bi navê Diyako Ayazî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hat girtin.

Li gorî nûçeya ku Rêxistina Mafên Mirovan a Hana belav kiriye, bûyer şeva înê, 7’ê Xakelêweyê (27’ê Adarê) qewimiye. Hêzên ewlehiyê ji bo girtina vî welatî rêbazeke balkêş û xapînok bi kar anîne, Hêzên ewlehiyê bi wesayîta Îdareya Gazê çûne ber mala wî.

Endamên tîma girtinê cilûbergên fermî yên karkerên gazê li xwe kirine da ku balê nekşînin û bi hêsanî derbasî hundirê malê bibin.

Çarenivîsa wî nayê zanîn

Heta dema amadekirina vê nûçeyê, derbarê sedema girtinê, tawanên li ser wî û cihê ku lê tê girtin de tu agahiyên fermî nehatine bidestxistin. Malbata Diyako Ayazî ji ber bêagahiyê di nava fikarên mezin de ne.

Ev binçavkirin di demekê de ye ku di rojên destpêka sala nû de, zextên ewlehiyê li ser bajarên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bûne.