Nûrî Malikî: Armanckirina malên serkirdeyên ‌herêma Kurdistanê binpêkirina asayîşa Iraqê ye

Nûrî Malikî: Armanckirina malên serkirdeyên ‌herêma Kurdistanê binpêkirina asayîşa Iraqê ye

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, Nûrî Malikî, êrîşên dawî yên li ser malên serkirdeyên Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û hişyarî da ku kiryarên bi vî rengî yekrêziya neteweyî û aramiya Iraqê dixe metirsiyê.

Nûrî Malikî îro Yekşemê, 29ê Adara 2026ê, di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê belav kir, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li ser malên Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîşan da. Malikî di peyama xwe de destnîşan kir ku ev binpêkirin ji aliyê her kesî ve “redkirî û şermezarkirî” ne.

Malikî di peyama xwe de bal kişand ser bandora van êrîşan û wiha got:

“Ev kiryar ne tenê kesên diyarkirî dikin armanc, belkî zirarê digihînin ewlehî û tenahiya Iraqê bi giştî û dibin sedema lawazkirina yekrêziya neteweyî.”

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê bang li hemû aliyan kir ku li dijî tundûtûjiyê bisekinin û destnîşan kir ku di vê qonaxê de ji her demê bêtir pêdivî bi hevgirtina kurên welat heye. Malikî daxwaz kir ku hemû pêkhate bi hev re li dijî hewildanên têkdana aramiya welat û afirandina fitneyê rawestin.

Ev daxuyaniya Malikî piştî wê yekê tê ku duhî, 28ê Adara 2026ê, mala Serokê Herêma Kurdistanê û çend xalên din li parêzgeha Dihokê bi dronan hatin armanc kirin. Ev êrîş di asta navxweyî, herêmî û navdewletî de bi berfirehî hatin şermezar kirin.