Nasnameya 3 Şervanan hat aşkere kirin

YPJ-3-Info

Nasnameya 3 Şervanên YPJê hatine aşkere kirin ku di êrîşên çeteyên Şamê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de ketbûn ber êrîşan.

Fermandarya yekîneyên parastina jinê (YPJê) yêk ji baskên jinan yên PKKê li Rojava Kurdistanê diyar kir ku her yêk ji Şervanên wan yên bi kodnavên “Toprak Denîz, Hêzil Tolhlidan û Cûdî Rohilat” şehîd ketine.

Destnîşan kir, ev 3 Şervan di meha Çileya 2026ê de li herêmên Raqqa û Dêrazorê ketbûn ber êrîşa çeteyên Şamê.

Li gorî amarên navendên lekolînê li Rojavayê Kurdistanê, di êrîşa çeteyên Şamê ya ser Rojava de, ku li 6 Çileyê dest pê kirbûn, herî kêm 1200 Kurd hatine şehîd kirin, bi hezaran hatine revandin û bi sedan hezar jî koçber bûn.