Çarçoveya Hevahengiyê Daxwaza Serok Barzanî Pejirand

Aliyên di nav “Çarçoveya Hevahengiyê” de, piştî civîneke taybet a li Bexdayê, bi rengekî fermî ragihandin ku wan daxwaza Serok Mesûd Barzanî ya ji bo çareserkirina kirîza siyasî pejirandiye.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên agahdar hatine girtin, biryarên sereke yên vê civînê wiha ne:
Çarçoveya Hevahengiyê biryar da ku derfetê bide aliyên siyasî daku bi rêya diyalogê bigihîjin rêkeftineke giştî.
Ji bo destnîşankirina berbijêrên postên Serokwezîr û Serokkomar, 10 roj wek muhlet ji bo aliyên Kurdî û Şîeyan hat diyarkirin.
Di nava vê maweyê de, mijara hilbijartina serokkomar û serokwezîr nakeve rojeva rûniştinên Parlamentoya Iraqê daku rê li ber diyaloga aliyan neyê girtin.
Ev gava Çarçoveya Hevahengiyê piştî destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî hat, ku tê de bang li hemû aliyên Sune û Şîe kiribû ku ji bo derbaskirina xitima siyasî ya li Iraqê, dest bi diyalogeke cidî û berhemdar bikin.
Armanca vê destpêşxeriyê ew e ku alî li ser berbijêrên her du postên bilind lihev bikin û welat ji vê rewşa ne diyar ber bi aramiyê ve bibe. Tê çaverêkirin ku di nava 10 rojên bê de, tevgera dîplomatîk di navbera Hewlêr û Bexdayê de germtir bibe.