Ocalan: Pirsgirêka me ne bi Komarê re, bi nebûna demokrasiyê re ye

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê hevdîtina roja 27ê Adarê ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek belav kir. Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser geşedanên li herêmê û destnîşan kir ku êdî serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bûye.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, nirxandinên Abdullah Ocalan ên di hevdîtina dawî de bi raya giştî re parve kirin. Ocalan got: “Divê em bi awayekî teng nêzîkî vê pirsgirêka mezin nebin ku em hewl didin çareser bikin. Ji ber ku li ser Rojhilata Navîn planên hegemonîk ên kûr hene. Her çend ligel rewşa xedar a li Sûriyeyê hin pêşketinên erênî hebin jî, niha şerê bi Îranê re di rojevê de ye. Piştî şerê bi Îranê re sê xet derketine holê. Ya yekemîn xeta DYA-Îsraîlê ye. Ya duyemîn bi pêşengiya Brîtanyayê xeta hin hêzên navneteweyî û herêmî ye ku armanca wan parastina statuya heyî ye. Ya sêyemîn xeta demokrasî û jiyana hevbeş e ku em bi rêya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê xetê diparêzin. Geşedanên li Îranê careke din nîşan da ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê meşandin mafdar û girîng e.”
Herwiha Ocalan got: “Tu pirsgirêka me bi Komarê re tuneye. Pirsgirêka rastîn ev e ku Komar ne demokratîk e. Demokrasî tekane çareserî ye ku dikare Komarê xurt bike.”
Ocalan amaje bi wê jî kir, “Weke ku min di banga xwe ya 27ê Sibatê de diyar kir, serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bûye. Vegera bo rabirdûyê êdî ne mimkun e. Pêvajoya ku em tê de ne, bi Komara Demokratîk re veguheztinek ber bi aştiyê ye. Ev pêvajoya ku em hêvî dikin bi ser bikeve, Komar dê du qat bihêztir be.”
Di beşeke din de Ocalan got: “Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikr û ramanan, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be. Ev qadên azadiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî derbas dibin.”
Di dawiyê de Ocalan destnîşan kir, “Çareseriya entegrasyona demokratîk li ser bingeha feraseteke civakparêz hatiye avakirin. Ji bo çareseriya civakparêz, demokratîkkirina avahiyên civakî bi awayekî tevahî û kolektîf hewce ye.”