Li Rojavayê Kurdistanê Êrîşên Ser Herêma Kurdistanê Hatin Şermezarkirin

Li Rojavayê Kurdistanê Êrîşên Ser Herêma Kurdistanê Hatin Şermezarkirin

Îro, Sêşemê 31ê Adara 2026an, li bajarên Qamişlo û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê, bi sedan welatî li dijî êrîşên mûşekî û dronî yên li ser Herêma Kurdistanê daketin qadan.

Di xwepêşandanan de ku bi hildana Alaya Kurdistanê û dirûşmên neteweyî hatin lidarxistin, xelkê herêmê nerazîbûna xwe ya tund li hemberî “komên derveyî qanûnê” nîşan da. Xwepêşanderan bal kişand ser yekitiya helwesta gelê Kurd û destnîşan kirin ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, bingeha aramiya tevahiya navçeyê û Rojavayê Kurdistanê ye.

Beşdaran êrîşên li ser Hewlêrê wekî êrîşeke li dijî hemû destkeftiyên Kurdan pênase kirin, û piştgiriya xwe a tam ji bo Hêzên Pêşmerge û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê nîşan dan.

Piştî bajarên wekî Kobanê, Amûdê û Tirbespiyê, îro bi çalakiyên li Qamişlo û Dêrikê re, pêla şermezarkirinê li seranserê Rojavayê Kurdistanê belav bû.

Çavdêr diyar dikin ku ev yekitiya helwestê ya di navbera parçeyên Kurdistanê de, peyameke xurt e li dijî hewildanên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin.