HSDê nasnameya 12 Şervanên din yên êrîşên Şamê li ser Rojava aşkere kirin

HSD-12-Info

Nasnameya 12 Şervanên HSDê hatine aşkere kirin ku di êrîşên çeteyên Şamê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de ketbûn ber êrîşan.

Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê, duh roja sêşemî 31 Adara 2026ê bi daxuyaniyekê nasnameya 12 Şervanên xwe aşkere kir ku di êrîşên komên çeteyên Şamê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de li Çileya îsalê ketbûn ber êrîşan.

Navên wan:

Nişet Nasir.

Mihemed Ehmed.

Hezai Musarai.

Qanai Ebdulbarî.

Xidir Îd.

Silêman Ubeyd.

Ehmed Îbrahîm.

Mihemed Ebdulhadî.

Heyder Tahir.

Hesen Yasîn.

Mihemed Casim.

Quteyba Mihemed.

Destnîşan kir, ev 12 Şervan di meha Çileya 2026ê de li herêmên Tebqa, Dêrazor, Hesekê, Kobanê û Reqqayê ketbûn ber êrîşa çeteyên Şamê.

Li gorî amarên navendên lekolînê li Rojavayê Kurdistanê, di êrîşa çeteyên Şamê ya ser Rojava de, ku li 6 Çileyê dest pê kirbûn, herî kêm 1200 Kurd hatine şehîd kirin, bi hezaran hatine revandin û bi sedan hezar jî koçber bûn.