Erdogan: Hevpeymaniya Mekeyê garantiya ewlehî û aramiya herêmî ye

Erdogan: Hevpeymaniya Mekeyê garantiya ewlehî û aramiya herêmî ye

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan teqez kir ku “Hevpeymaniya Mekeyê” pêngaveke stratejîk û giring e bo bicihanîna aştî, ewlehî û tenahiyê li ser asta herêmî û navdewletî.

Erdogan di axaftineke xwe de amaje bi giringiya vê tifaqê kir û ragihand: “Hevpeymaniya Mekeyê bo berevaniya hevpar, ku li ser bingeha xwedîderketina herêmî û bersivdana bikom hatiye avakirin, hevkariyeke giring û karîger pêşkêşî bicihanîna aştî û aramiya li herêmê û cîhanê dike.”

Di daxuyaniyeke hevpar de ku ji aliyê Komîsyona Stratejî ya Siyasî û Berevaniyê ya Lihevkirina Mekeyê ve hatibû belavkirin, hat diyar kirin ku her sê welatên endam – Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiye – bi rêya çalakiyên hevpar dixebitin bo bihêzkirina şiyanên xwe yên berevaniyê û yekîtiya hêzên xwe yên çekdar. Ev hevkariya leşkerî li ser bingeha bipêşxistina pîşesaziya leşkerî, berhemanîna hevpar û tevkariya teknolojîk hatiye avakirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ev lihevkirina berevaniya hevpar di 7ê Tebaxa borî de li bajarê Mekeyê ji aliyê Şahzadayê Cînişîn ê Erebistana Siûdî Mihemmed bin Selman, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve hatibû îmzakirin.

Ev peyman di çarçoveya hevkariyeke berfireh a berevaniyê de tê encamdan ku armanca wê ya sereke bihêzkirina pabendbûna aliyan e bo parastina aştî û ewlehiyê, li ser bingeha belavkirina berpirsiyariyan û têgehiştina hevpar bo ewlehiya herêmî.

Li gorî xalên sereke yên lihevkirinê, şiyanên bersivdana hevpar li hember her cure geşê û êrîşan tên bihêzkirin. Di peymanê de bi eşkereyî hatiye destnîşankirin ku her êrîşeke çekdarî bo ser yek ji van sê welatan, dê wekî êrîşeke rasterast bo ser hemû welatên endam bête hesibandin.