Hevşaredarê Amedê: Ti dijminatiyek di nêvbera Ocalan û Demirtaş de tune

Selçuk Mızraklı-net

Hevşaredarê berê yê şaredarîya bajara mezin ya Amedê radgihîne ku ti dijminatiyek di nêvbera Ocalan û Demirtaş de tune, cudahîya ramanan tune, herduyan heman fikir û nerîn hene.

Hevşaredarê berê yê şaredarîya bajara mezin ya Amedê Selçuk Mızraklı îdîayên hebûna “cudahîya ramanan” di navbera hevserokê berê yê HDPê Selaheddîn Demirtaş û Abdulla Ocalan de red kir. Wî got, “di navbera wan de dijberî tune.”

Piştî serbestberdanê, Mızraklı ji bo pirsa “di navbera Ocalan û Demirtaş de cudahî heye?” wiha bersiv da: “dualîtî tune, dijberî tune. Tişta kut ê parvekirin çêkirî ye.

Mızraklı diyar kir ku wî 4 sal û 8 meh di heman girtîgehê de bi Demirtaş re derbas kirîye û got, “Demirtaş dibêje aştî, Ocalan dibêje aştî, Bahçeli dibêje aştî, Erdogan jî dibêje aştî. Muxalefet jî bi piranî vê dibêje.

Mızraklı diyar kir ku Demirtaş ji ber parastina aştyê hatîye girtin.

Wî ragihand ku mêvanan gotine, “heta ku Demirtaş neyê berdan, em bawer nakin ku ev pêvajo raste.” wî îdîa kir ku berdana Demirtaş yek ji nîşaneyên girîngên vegera serwerîya hqûqê ye.