Xwepêşanderên rojhilata Kurdistanê li bajarên Kirmanşan, Merîwan û Cwanro 4 çekdarên rejîma îslamî kuştin
Pêla xwepêşandanên Îranê û rojhilata Kurdistanê dewam dike, li rojhilata Kurdistanê tenê di 2 rojan de, çekdarên rejîma îslamî 45 xwepêşanderên kurd şehîd kirine.
Rêxistna hengaw a mafên mirovan a rojhilata Kurdistanê amara herî dawî a zirarên canî ên xwepêşanderên bajar û bajarokên rojhilata Kurdistanê weşandin û li gor amaran, tenê li rojên şemî û yekşem 16 û 17/11/2019an, 45 xwepêşanderên kurd hatine kuştin û pêtir ji 500 xwepêşanderên din brîndar ketîne.
Amarên tesbît krî ên rêxistna Hengawê amaje kirine, ev qurbanî bi teqeya raste rast a çekdarên rejîma îslamî a Îranê hatîne şehîd kirin.
Hengawê ji sercema şehîdên xwepêşandanên rojhilata Kurdistanê, navê 20 kesan eşkere kirine û hemwext ku yên kîjan bajarî ne:
Cwanro
Kawe Mihemedê
Hemze Neqdî
Îbrahîm Muradî
Ezîz
Mubîn Ebdullahî
Cebar Tcare
Yûnis Hoşengî
Merîwan
Usman Nadirî
Mêhran Tak
Şaho Welîdî
Bêhruz Melekî
Îdrîs Bêware
Danyal Ustiwarî
Kirmanşan
Mihemed Mîrzayî
Nadir Beyranwend
Mizefer Zehîrî
Bokan
Hîwa
Îdrîs
Şilêr Dadwend
Seqiz
Mîna Şêxî
Sine
Wilatîyekê temen jêr 18 sal ku hîna niha navê wê eşkere nebûye
Hemwexta şehîd ketina 45 kesên sivîl ku li gorî navên Hengawê 2 ji wan Keçên, pêtir ji 500 kesan hatîne birîndar kirin, Hengawê dest nîşan kir ku piranya birîndaran ji tirsa binçav kirinê, û an serdana navendên saxlemiyê ji bo derman kirinê ne kirine.
li bajarên Kirmanşan, Merîwan û Cwanro, Xwepêşanderên kurd 4 çekdarên rejîma îslamî ya Îranê kuştine.