Dİ 2 ROJAN DE 45 XWEPÊŞANDERÊN ROJHİLATA KURDİSTANÊ HATÎNE ŞEHÎD KİRİN

Dİ 2 ROJAN DE 45 XWEPÊŞANDERÊN ROJHİLATA KURDİSTANÊ HATÎNE ŞEHÎD KİRİN

Xwepêşanderên rojhilata Kurdistanê li bajarên Kirmanşan, Merîwan û Cwanro 4 çekdarên rejîma îslamî kuştin

Pêla xwepêşandanên Îranê û rojhilata Kurdistanê dewam dike, li rojhilata Kurdistanê tenê di 2 rojan de, çekdarên rejîma îslamî 45 xwepêşanderên kurd şehîd kirine.

Rêxistna hengaw a mafên mirovan a rojhilata Kurdistanê amara herî dawî a zirarên canî ên xwepêşanderên bajar û bajarokên rojhilata Kurdistanê weşandin û li gor amaran, tenê li rojên şemî û yekşem 16 û 17/11/2019an, 45 xwepêşanderên kurd hatine kuştin û pêtir ji 500 xwepêşanderên din brîndar ketîne.

Amarên tesbît krî ên rêxistna Hengawê amaje kirine, ev qurbanî bi teqeya raste rast a çekdarên rejîma îslamî a Îranê hatîne şehîd kirin.

Hengawê ji sercema şehîdên xwepêşandanên rojhilata Kurdistanê, navê 20 kesan eşkere kirine û hemwext ku yên kîjan bajarî ne:

Cwanro

  • Kawe Mihemedê
  • Hemze Neqdî
  • Îbrahîm Muradî
  • Ezîz
  • Mubîn Ebdullahî
  • Cebar Tcare
  • Yûnis Hoşengî
  • Merîwan
  • Usman Nadirî
  • Mêhran Tak
  • Şaho Welîdî
  • Bêhruz Melekî
  • Îdrîs Bêware
  • Danyal Ustiwarî
  • Kirmanşan
  • Mihemed Mîrzayî
  • Nadir Beyranwend
  • Mizefer Zehîrî

Bokan

  • Hîwa
  • Îdrîs
  • Şilêr Dadwend
  • Seqiz
  • Mîna Şêxî

Sine

  • Wilatîyekê temen jêr 18 sal ku hîna niha navê wê eşkere nebûye

Hemwexta şehîd ketina 45 kesên sivîl ku li gorî navên Hengawê 2 ji wan Keçên, pêtir ji 500 kesan hatîne birîndar kirin, Hengawê dest nîşan kir ku piranya birîndaran ji tirsa binçav kirinê, û an serdana navendên saxlemiyê ji bo derman kirinê ne kirine.

 li bajarên Kirmanşan, Merîwan û Cwanro, Xwepêşanderên kurd 4 çekdarên rejîma îslamî ya Îranê kuştine.

Pustên heman beş