XWEPÊŞANDERAN HEMÛ PIRÊN BEXDAYÊ KONTIROL KIRINE

Xwepêşandanên Îraqê îro bo roja 47an berdewamin û xwepêşanderan hemû pirên navenda Bexda a paytexta Îraqê girtine ji bo ku bûyerê nexwestê nederkevin holê.
Îro roja sêşemî 10/12/2019an gelê nerazî ji hkûmeta Îraqê hemû rêyên çûna nava Kerbelayê qepat kirin û hatine nava kesên ne ji xelikê bajêrî û neniyas qedexe kirine, hemwext li Bexda a paytext komên xwepêşanderan mertalên mirovî ava kirine û tev pirên navenda bajar kontirol kirine ji bo ku tu bûyerên nexwestî nederkevin holê.
Girtin û qepat kirina rêyên sereke ên çûne nava bajêr paş wê yekê hat ku roja yekşemî 8/12/2019an çendîn çalakvanên medenî û siyasî ji aliyê kesên ser û çav girtî û neniyas ve hatin hedef kirin ku di encamê de 2 kes ji çalakvanên berniyas ên bajarê Kerbelayê birîndar ketin û çalakvanek din tê kuştin.
Ev yek di demekê de ye ku serê sibe ya roja duşemî hezaran kesan li bajarê Kerbelayê di merasîma veşartina ceseda “El Taî” de beşdar bûn û ji rayedarên Îraqê xwestin ku encamderên vê kuştinê bin çav bikin û siza bidin.
Lê belê li Bexdayê xwepêşanderên meydana Tehrîr û meydanên din ên Bexdayê aramiyeke berçav heya duh roja duşemî bi xweve dît, lê îro roja sêşemî ev aramî û bêdengiye li ser sê pirên “Sink, Ehrar û Komarî” nema û xwepêşanderan pir kontirol kirin û mertalên mirovî lê deriyên pran avakirine.
Hinek ji çalakvanan tekez kir ku hêjan bandor û tirsa berbelav bûna pêlên nû ên terora xwepêşanderan ji aliyê kesên neniyas û revandin û girtina çalakvanan li meydana Tehrîr zale, bi taybetî ku heya niha hikûmeta Îraqê ji girtin û dane nasandna encamderên van karên terorîstî serketin neaniye.