Li gorey çavkaniyên rojnamevanî îro roja yekşemî 1/3/2020 balefireke bê pîlot a sîxorî li rojhilatê bajarê Îdlibê ketiye xwarê û heya niha bi diristahî nehatiye pişt rast kirin ka balefir ser bi ç aliyekê ye, hikûmeta Sûriyê dibêje ew balefir ji aliyê me ve hatiye xistin û balefireke sîxorî ya Tirkiyê ye lê belê opozisyona Sûriyê jî dibêje me balefireke sîxorî li asîmanê bajarokê Serqabê xistiye xwarê ku ya arteşa rejîma Esed e.
Hikûmeta Sûriyê red dike balefireke wê ya şer li Îdlibê ji aliyê girûpên çekdar ve ketbîte xwarê û radigehîne, wan balefireke bê pîlot ya Tirkiyê xistiye xwarê.
Medyaya opozisyona Sûriyê ragihand, girûpên çekdaran li derdora bajarokê Serqabê balefireke şerker ya rêjîma Sûriyê xistiye xwarê.
Lê ajansa fermî ya Sûrî “SANA” ew nûçe red kir û ragehand, balefira li Îdlibê ketiye xwarê balefireke bê pîlot ya Tirkiyê ye û ji aliyê wan ve hatiye xistin, ji ber ku derbasî asîmanê Sûriyê bûye, herweha ragihand, asîmanê herêma bakurê rojavaya Sûriyê li pêş her balefirekê hatiye girtin, her balefireke ser bi dijminan bikeve asîmanê Sûriyê dê were xistin.