Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, evro zêdetirîn hejmara tûşbûyênê bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hate tomarkirin.
Ev jî deqa ragehandina wezareta Tenduristîyê ye:
Zêdetirîn hejmara tûbûyan bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hate tomarkirin.
Li berdewamîya pişkinînan ş geryan li dûv gumanlêkirîyan, 101 tûşbûyên din bi Vayrosa Koronaya Nû COVID- 19 li parêzgeha Siolêmanîyê hatin destnîşankirin, ku jin, zel, kiç û kurin ji hemû temenan. 6 ji wan berkevtîyên tûşbûyên berê ne û 2 tûşbûyî jî, berê geşt kirine û 90 kesan jî nîşanên nexweşîyê hebûne û encamên pişkinînên wan erênî derketîye.