101 kes li Silêmanîyê tûşî Koronayê bûn

101 kes li Silêmanîyê tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, evro zêdetirîn hejmara tûşbûyênê bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hate tomarkirin.

Ev jî deqa ragehandina wezareta Tenduristîyê ye:

Zêdetirîn hejmara tûbûyan bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hate tomarkirin.

Li berdewamîya pişkinînan ş geryan li dûv gumanlêkirîyan, 101 tûşbûyên din bi Vayrosa Koronaya Nû COVID- 19 li parêzgeha Siolêmanîyê hatin destnîşankirin, ku jin, zel, kiç û kurin ji hemû temenan. 6 ji wan berkevtîyên tûşbûyên berê ne û 2 tûşbûyî jî,  berê geşt kirine û 90 kesan jî nîşanên nexweşîyê hebûne û encamên pişkinînên wan erênî derketîye.

51 ji wan rûniştvanên Pênciwîn in

42 rûniştvanên Silêmanîyê ne.

3 Warmaw

1 Kelar

1 Kifrî

1 Xaneqîn

1 parêzgeha Helebce

1 jî rûniştvanê bajarê Bexdaye.

Wezareta Tenduristîyê

31/5/2020

Pustên heman beş