Di payîzê de PKK ê 382 Gerîla ji dest dane

Zirarên canî yên PKK ê di wezrê payîza îsalê de pir mezin bûn, dewleta Tirkiyê dibêje: me di payîzê de 382 çekdarên PKK ê kuştin, PKK e dibêje me derbeyên giran li eskerên Tirk dane.
Ajansa Enadol a dewleta Tirkiyê îro amara zirarên çekdarên PKK ê yên werzê payîza îsal 2020an belav kirine û li gor wê amarê, di navbera 1 meha îlona îsalê heya 30 mijdarê de, 382 çekdarên PKK ê ketine ber êrîşên arteşa Tirkiyê û canê xwe ji dest dane.
Hem wext dest nîşan kir, di vê demê de, 11 eskerên Tirk û 3 karker bi destê çekdarên PKK ê hatine kuştin.
Ji bo na rastîya vê amara Ajansa Enadolê, rêxistina PKK ê û balê wê yê eskerî tu agahî belav nekirine, lê belê her li navbera çend rojan, Ajansa ANF ê a PKK ê dibêje ku Gerîlayan esker cezar kirine û derbên giran lêxistine.
Li gor amarekê ku li mehên rabûrî pêgeha me bi dest xist bû, tenê li Başûrê Kurdistanê ji roja 15/6/2020an û heta roja 7/10/2020an, hejmara 54 eskerên Tirk tenê li Heftenînê hatine kuştin û her wiha 32 esker birîndar bûne.
Li heman demê eskerên Tirk 113 çekdarên PKK ê li Heftenînê kuştine û her wiha 30 çekdar birîndar kirine, 23 çekdarên PKK ê bi dîl ketne destê Tirkiyê.