Eyn Esed rastî êrîşa moşekî hat

Eyn Esed rastî êrîşa moşekî hat

Hat ragihandin ku îro 7ê Tîrmehê piştî êrîşên moşekî yên şeva borî careke din, li dijî baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed a li parêzgeha Enbar a Iraqê êrîşa moşekî pêk hat.

Li gorî zanyariyên ewil 4 rokêt li baregeha Eyn Esed ketine.

Çavkaniyeke ji hikûmeta Iraqê li parêzgeha Enbarê ku nexwestiye navê wî bide daye xuyakirin, îro Çarşemê baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed rastî êrîşeke bi roketan hat û 4 roket li baregehê ketin.

Herwiha hat diyarkirin ku her 4 moşek li aliyê ku hêzên iraqê lê dimînin ketine û moşek li aliyê hêzên Amerîkayê neketine.