DAIŞê şivanê li Mexmûrê revandî bi 50 hezar dolarî azad kir

Çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê li Mexmûrê şivanek revandibûn û bi beramberî 50 hezar dolarî ew azad kirin.
Îro roja şemiyê 10.07.2021ê ligor nûçeya malpera ŞefeqNewsê şivanekî ku ji aliyê DAIŞê hatibû revandin beramberî 50 hezar dolarî hat azadkirin.
Ligor zanyariyan ew şivan xelkê gundê Pallanyaneyê yê ser bi Mexmûrê ye û beriya bi 2 rojan hatibû revandin.
Herwiha DAIŞê daxwaza 120 hezar dolarî ji malbata wî şivanî kiribû lêbelê bi 50 hezar dolarî ew azad kiriye.