Ji şîretên şehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Miletek ku azadiyê bixwaze divêt nirxa wê azadiyê jî bidet.
Çi miletek bêy zehmet û tekoşîn, bêy gorîkirina xortên xwe yên egîd negihîştiye azadiyê.
Gelê Kurd û partiya me jî ku pêşengê xebata gelê Kurd e, ji mêjve ye vê çendê dizanin ku azadî xwe gorîkirinê dixwaze, xwe bextkirinê dixwaze.
Karwanê şehîdên me dirêj e, lê renge ji vê hindê jî dirêjtir be.
Di roja şehîdbûna şehîdên xwe de, di bîranîna şehîdên xwe de, ji mêjve ye ku me biryar daye em qet negirîn.
Ji mêjve ye ku me biryar daye tenê û tenê vî karê ku em dikarin bikin û li ber çavên şehîdên xwe şermezar nebin, eva ye ku em rêya wan bernedin û wekî wan heta serî vê rêyê bipîvin, ji çi tengasî û astengekê netirsin, ji çi dijwariyekê nevekêşin.
Xebata me xebateke berheq e, xebat ji bo azadiya miletekî ye, xebat bo pêşeroja zarokan û nivşên dinê ye.
Hekî em wekî nivşa niha (Nesla şehîdan) erkên xwe bi başî encam bidin, em dê bikarin hêvîdar bin ku nivşa piştî me şehîd çinebin.
Herwisa hekî nivşa rabihurî, an jî nivşên rabihurî bi başî erkên xwe cîbicî kiriban, renge
vê nivşa me şehîd çineban.
Lewma bîranînên şehîdêt me careke din me tînne ser vê bawerê ku bi bîr û bawereke qahîm, bi dilekî pir ji şoreş û bi hêviyeke zaf ve, em xebata xwe bidomînin.
Encama vê xebatê dibe du tişt: Hem riha şehîdên me şa dike, hem jî gelê me rizgar diket da ku di pêşerojê de me şehîd çinebin.
«Xelata herî baş ji şehîdan re domandina rêya wan e».