Kalkan ji bo çareseriyê bang li hikûmetê kir: “Eger hûn cidî bin ez nexşerêyeke zelal pêşkêş dikim”

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan û yek ji damezirînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan, tevlî bernameyeke taybet a qonala Medya Haberê bû û li ser geşedanên dawî yên siyasî, hevdîtinên Îmraliyê û nexşerêya qonaxa nû nirxandinên girîng kirin. Kalkan destnîşan kir ku divê pêvajoyên li Îmraliyê bi awayekî vekirî û zelal li ber çavan bin û bang li rayedarên hikûmetê kir ku gavên şênber bavêjin.
Kalkan bi bîr xist ku rayedarên dewletê û Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) ji bo dawiya meha nîsanê sozên derxistina qanûnên nû dabûn, lê belê heta niha tu gavên pratîkî nehatine avêtin. Kalkan diyar kir ku eger eniya desthilatê di mijara çareseriyê de xwedî niyeteke cidî be, amade ye nexşerêyeke zelal bixe dewrê û got: “Divê demildest derbasî qonaxa duyemîn bibin û yasayên siyaseta demokratîk werin derxistin. Di serî de ji bo Rêber Apo, ji bo ku ew bigihîje şert û mercên azad ên jiyan û xebatê, pêwîstî bi ‘yasaya azadiyê’ heye.”
Di berdewamiya axaftina xwe de, Kalkan bal kişand ser nêzîkatiya xwe ya stratejîk û destnîşan kir ku wekî tevger, wan ne tenê biryara rawestandina şerê çekdarî daye, lê belê bi temamî derbasî stratejiya siyaseta demokratîk bûne. Kalkan hikûmet bi hewldana “tasfiyekirinê” tohmetbar kir û destnîşan kir ku siyaseta derve ya Enqereyê li ser bingeha “radestbûn û şantajê” dimeşe. Wî îddîa kir ku desthilata AKP’ê di Şerê Cîhanê yê 3yemîn û polîtîkayên herêmî de, hewl dide bi bloka Amerîka û Îsraîlê re li hev bike û ev yek wekî hesabekî şaş pênase kir.
Kalkan zextên darazê yên li ser Partiya Gel a Komarî (CHP) û Hevserokê wê Ozgur Ozel jî nirxandin û ev rewş yekser bi Pirsgirêka Kurd re girêda. Kalkan diyar kir ku îro odeyên dadgehan wekî navendên plansaziya derbeyan tên bikaranîn û got: “Ozgur Ozel ji ber ku qala mafên gelê Kurd dike, ji aliyê Devlet Bahçelî û pergalê ve tê hedefgirtin. Divê birêvebiriya CHP’ê li hemberî van zextan paşvegav neavêje.”
Di beşa dawî ya daxuyaniya xwe de, Kalkan rexneyên navxweyî jî anîn ziman û bal kişand ser şêwaza çalakiyan a demên dawî. Kalkan diyar kir ku di xeta çalakiyan de hinek dejenerasyon û kêmasî peyda bûne û çalakiyên ku tenê ji bo rûpela çapemeniyê tên kirin bêbandor in. Kalkan li ser vê bingehê bang li ciwanên welatparêz kir ku felsefeya Ocalan a “dema dike difikire, dema difikire dike” ji xwe re bikin mînak û ragihand ku ew wekî tevger di pêvajoyeke rexnedayinê û sererastkirina pratîka xwe de ne.