PKK’ya helweşiyayî îro di hewla spîkirina rûyên reş yên Abdulla Ocalan de daxuyaniyek da û got ku bawer ji notên saxte yên ku li ser navê Îmraliyê û Ocalan tên parvekirin nekin.
PKK’ya helweşiyayî ku navê Tevgera Apoî li xwe kiriye, îro roja duşemê 24’ê Tebaxa 2026’an daxuyaniyek derbarê not û peyamên Ocalan yên rojên rabûrî da û got: “Axaftinên ku li medyaya civakî li ser navê Ocalan tên parvekirin saxte ne û ti rastiya wan nîne, bila ti kes baweriyê pê neyîne.”
Abdulla Ocalan di hevdîtina xwe ya 2’yê Tebaxa 2026’an ya bi şandeya DEM Partiyê re tiştên balkêş gotibûn. Wî eşkere û vekirî piştgiriya tam bo dewleta Tirkiyeyê îlan kir, di heman demê de dijayetiya her tiştê girêdayî doz, maf û çarenûsa gelê Kurd kir.
Ocalan gotibû: «Em berê alîgirên serxwebûnê bûn û niha em komarparêz in, sibe em ê bi qasî MHP’ê (Partiya Tevgera Neteweperwer) stûnke zexm ya vê dewletê bin».
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê duh roja yekşemê 23’yê Tebaxa 2026’an daxuyanî derbarê van gotinên Ocalan da û ragihand; notên ku ji rojên rabûrî ve li ser navê Ocalan tên parvekirin, çavkaniya wan nezelal e. Şandeya Îmraliyê red nekir ku ev not ne yên Ocalan in, tenê got ku çavkaniya wan nezelal e.
Belavbûna van axaftinên Ocalan bertekên mezin li pey hatin û di medyaya civakî de bûn cîhê nîqaşê, loma jî îro 24’ê Tebaxa 2026’an rêveberiya PKK’ê di hewla veşartina van axaftinên rêberê xwe de daxuyanî da.
Rêveberiya PKK’ê got: “Notên hevdîtinê yên saxte yên dikevin ser medyaya dîjîtal, ji aliyê hêzên dijber ve li dijî Apo û tevgera me hatine amadekirin. Lowma divê ti kes baweriyê pê neyîne.”
Rûyên reş yên Xapo bi ti av û sabûnan spî nabin
Rêveberiya PKK’ê ev tişt ragihand û di heman demê de got: “Em belavkirina van notan bi plana li dijî pêvajoya aştî û civaka demokratîk dibînin.”
Ev hewlên PKK’ê û heyeta DEM Partiyê yên veşartin û berevajîkirina axaftinên Ocalan weke hewlek pûç û şikestî ji hêla gel ve hatin pêşwazîkirin, ji ber ku gelê Kurd bi tevahî gihîştiye wê baweriyê ku rûyên reş yên Ocalan bi ti av û sabûnan nayên spîkirin û paqij nabin, gelê Kurd rastiya Apo nas kiriye û fêm kiriye ku ew çi qas li dijî Kurd û Kurdistanê xebitiye.