Ocalan weke koordînatorê devjêberdana çekan a PKKê tê destnîşankirin

Ocalan weke koordînatorê devjêberdana çekan a PKKê tê destnîşankirin

Ji bo teyîdkirina devjêberdana çekan a PKKê, şopandina radestkirina çekan ji bo hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û birêvebirina pêvajoya vegera çekdaran, mekanîzmeyeke nû ku ji du komîteyan pêk tê tê avakirin. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, komîteya yekem û sereke dê sibehî civîna xwe ya yekem li dar bixe û bi awayekî fermî dest bi xebatên xwe bike.

Avahiya vê sîstemê li ser bingeha dabeşkirina desthilata biryardariyê û xebata qadê hatiye sazkirin. Komîteya Yekem ku wekî Komîteya Bilind tê binavkirin, di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yılmaz de tê damezirandin. Di nav vê komîteya bilind de Wezîrê Edaletê, Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Parastinê û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalın cih digirin. Maf û desthilata dawî ya girtina hemû biryaran bi tevahî di destê vê komîteya asta bilind de ye.

Di bin vê avahiyê de Komîteya Duyem tê ava kirin ku dê rasterast girêdayî Komîteya Bilind kar bike. Di vê komîteyê de kesên sivîl cih nagirin û tenê berpirsên pêwendîdar tevlî dibin, ku di vê çarçoveyê de Abdullah Ocalan jî di astek duyemîn de wekî koordînatorê devjêberdana çekan tê destnîşankirin. Erkê vê komîteya duyem tenê şopandina teknîkî, amadekirina raporan û pêşkêşkirina pêşniyaran e ji bo komîteya bilind, û ti desthilateke wê ya girtina biryaran nîne.